'Encamên hilbijartinê bandorê li pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê nakin'
PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mewlûd Yakut ragihand ku hilbijartinên serokomariyê bandorê li pêwendiyên welatê wî û Herêma Kurdistanê nake.
Dengdana ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê li nûneratiyên welatên biyanî û deriyên gumrikê îro destpê kir.
Li Hewlêra paytext, welatiyên Tirkiyê ji sibê ve ji bo dengê xwe bidin çûn balyozxaneyê.
Serbalyozê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mewlûd Yakut daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir, hemû amadekarî hatine kirin û di rewşeke aram de pêvajoya dengdanê bê pirsgirêk berdewam dike.
Têkildarî bandora encamên hilbijartinê li ser têkiliyên Enqere û Hewlêrê jî Yakut got, “Encam çi dibe bila bibe, bandorê li têkiliyên her du aliyan nake. Têkiliyên me yên dîrokî, însanî û bazirganî yên xurt bi herêmê re hene. Têkiliyên me di hemû waran de baş in û dê berdewam bin.”
Lijneya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku beriya gera yekem a hilbijartinên 14ê Gulanê li seranserê Iraqê 5 hezar û 738 dengderan mafê dengdanê hebû.