TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran bang li tîma YNKê dike ku vegere

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 15:32

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya: Banga Serok Barzanî, serdana Bexdayê û êrîşa Kormorê hatin gotûbêjkirin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 11ê Mijdara 2026an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Di civînê de pêşwaziya li banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyalogê hat kirin, bang li tîma YNKê hat kir ku vegerin ser karên hikûmetê, encamên serdana dawî ya bo Bexdayê hatin nirxandin û êrîşa terorîstî ya li ser zeviya gazê ya Kormorê bi tundî hat şermezarkirin.

Di civînê de tekezî li ser parastina sîstema federalî, mafên darayî yên Herêmê û budceya sala 2027an hat kirin.

Her wiha derbarê êrîşa ser Kormorê de ku bûbû sedema rawestandina berhemanîna gazê û kêmkirina demjimêrên elektrîkê, Wezîrê Elektrîkê û Samanên Sirûştî raporek pêşkêş kirin û xebatên komîteya ewlehiyê ya hevbeş a Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: