TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî civiya

📅 25 sibat 2020 16:33

PeyamaKurd -Îro Sêşemê (25.02.2020) civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kir û biryar e çend pirsên girîng bên guftûgokirin.

Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, pêşhateyên dawiyê û guhertinên li Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal dê bên gotûbêj kirin.

Di heman demê de encamên beşdarbûna şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî de li konferansa Munchenê û hevdîtinên li gel Îtalya û Vatîkanê jî dê bên gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyên berdest di civînê de hikûmeta herêma Kurdistanê plan û pêngav û rêkarên tekoşîna li hember metirsiya vîrusa korona (Covid-19) jî guftûgo dike û ji bo wê jî parêzgerên herêma Kurdistanê jî civînê de amade ne.


Hêjayî gotinê yeku ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, civîna asayî ya Encûmena Wezîran li dar dixe ku 3 mijarên; rewşa Iraqê, encamên serdana serokwezîr bo Ewropayê û amadekariyên dijî vîrusa koronayê têne gotûbêjkirin.

Parve bike: