Kurdistan
Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 24ê Tebaxa 2022an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, dicive.
Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, civîn du beşan li xwe digire, ya yekem pêşkêşkirina raporta Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar ya derbarê rewşa xizmetguzariya dabînkirina ava pak ji welatiyên Herêma Kurdistanê re û astengî, pêşniyaz û çareserkirina wê pirsê ye.
Herwiha hat ragihandin ku beşa duyem jî taybet e bi pêşkêşkirina zanyariyên derbarê projeyên xizmetguzariya giştî yên di temenê Kabîneya Nehem de hatine cibicîkirin, yan jî di qonaxa cibicîkirinê de ne.