TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamên YNKê ji ber helwesta partiya xwe, ji karê xwe diqerin

Admin V
Nivîskar
📅 15 adar 2018 18:04

Piştî roja 14.03.2018ê peykerê Serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê giştî yê berê yê YNKê Celal Talabanî li ser Kelha Kerkûkê hate danîn û piştî çend seetan hate rakirin, endamên YNKê nerazîbûn nîşan dan û dev ji karê xwe berdan.

 

Di vê mijarê de Berpirsa baskê dibistana amadeyî  ya Kerkûkê ya xwandekarên Kurdistanê û endama YNKê li Kerkûkê Dîlan Selah Fazil ragehand: “Niha em diçin polîtburoya YNKê ya Kerkûkê û nameya xwe pêşkeş bikin ku em ê dev ji kar berdin. Ji ber ku êdî hêzên ewlehiyê li Kerkûkê Kurdan bêqîmet dikin.  Duh peykerê Mam Celal li ser Kelha Kerkûkê  bû lê di demeke kin de hate rakirin.’’

Fazil got, rakirina peykerê Mam Celal, divê ji aliyê tu endamên YNKê ve neyê qebûlkirin. Êdî em berteka xwe nîşan didin û dev ji kar berdidin.’’

Dîlan Selah got: “Eger rêvebirî û polîtburoya YNKê vê rewşa bajêr qebûl bikin jî, em bi xwe qebûl nakin.’’

Ji xeynî vê jî, hêzên li Kerkûkê, dixwazin bajêr bikin bajarekî ‘ereban.

Parve bike: