ENKS: Em dixwazin bi PYDê re li hev bikin
PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl derbarê hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî (Kobanî) re ragihand, divê rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî bê kirin.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl diyar kir, di hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî re, wî nameya xwe derbarê yekrêziyê de gihand wan û behsa rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Herwiha Mihemed Îsmaîl got: “Mazlûm Kobanî dikare bandorê li PYDê bike û dikare bi rolekê ji bo yekrêziyê rabe. Em bi hêvî ne ew ligel Herêma Kurdistanê nêzîkatiyekê di nava tevgera siyasî ya kurdî çê bikin.”
‘Rêkeftin di berjewendiya gele me de ye’
Mihemed Îsmaîl got: “Daxwazên ENKSê diyar in, em çareseriyê di yek komê de dibînin, heger rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, dê di berjewendiya gelê me de be. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê û herwiha destpêşxeriya Fransî jî wiha bûn.”
Amaje bi wê yekê jî kir, li ser erdê tiştekî bilez çê nebûye, tenê di ragihandinê de zêdetir ev mijar tê behskirin.