ENKSê ofîsa xwe ya Kobaniyê ji nû ve vekir
PeyamaKurd – Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştî ku hefteya borî biryara vekirina nûnertiyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de, piştî Amûdê li bajarê Kobanê jî ofîsa xwe kir.
Ofîsa ENKSê ya Kobaniyê 15ê Adara 2017an bi hinceta nebûna moleta fermî ji aliyê asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin.
Piştî hewldanên yekrêziya nav mala Kurd li Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniya û Desteya Hundrîn a Rêveberiya Xweser, ENKSê jî hefteya borî biryar dabû ku hemû navendên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve veke.
Encûmena bajarê Kobaniyê ji 6 partî û tevgerên siyasî pêk tê ew jî Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê, Partiya El-Musawa ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Tevgera Sererastkirinê (Islah), Partiya Yekitiya Kurdî, Şepêla Pêşerojê û 3 kesayetên serbixwe ne.