Kurdistan
Erdheja li Sengalê: Li Mêrdînê jî hat hîskirin
PeyamaKurd – Erdheja bi lerza 3,5 ku serê sibê li Şengalê pêk hat, li Mêrdînê jî hat hîskirin.
Li gor agahiya ku ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ve hat dayîn, li Şengal a ku 69.37 kîlometre dûrî Mêrdînê ye erdhejek bi lerza 3,5an pêk hat.
Di erdheja bi lerza 3,5an de ku navenda wê Şengal hat ragihandin, kûrahiya erdhejê 8,88 km hat ragihandin.