TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erdhejekê parêzgeha Silêmaniyê hejand

📅 16 îlon 2018 23:16

PeyamaKurd - Îro êvarî erdhejek parêzgeha Silêmaniyê hejand û beşeke mezin ji welatiyan hest bi wê erdhejê kirin.

Li gor zanyariyan îro êvarî demijmêr 6:04 erdhejek parêzgeha Silêmaniyê hejand û beşek mezin ji welatiyan hest bi erdhejê kirin.

Heta niha ji aliyê rêveberiya giştî ya keşnasî û erdhejîna Herêma Kurdistanê navenda erdhejê nehatiye aşkerekirin.

Di sala borî de jî erhejekê sînorê Herêma Kurdistanê hejand û li çend navçeyan ziyanên can û madî hebûn.

Parve bike: