TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ereba leşkerî wergeriya: 2 leşker mirin û 2 birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 24 adar 2026 23:02

PeyamaKurd – Leşkerên ku dewriya bajarê Agiriyê û navça Bazîdê dikirin, ereba wan wergeriya û di encamê de 2 leşker mirin û 3 leşker birîndar bûn. Qeza nêzî navça Bazîdê (Doğubeyazit) çêbû.

Alava leşkerî ya fermandariya sînor ya Ixdirê ya tûgaya 5em bû. Alav di wexta dewriye digeriya, bi sedemekî nehat zanîn wergeriya. Di qezayê de çawîşê pispor yê piyade Yusuf Açay (23) li ciyê qezayê can da.

Her 4 birîndarên din birin nexweşxana Yaşar Eryılmaz ya Doğubayazıtê. Çawîşê gihandinê yê pispor Selman Akarsel (26) jî li nexweşxanê can da.

Piştî merasima leşkerî ji bo leşkeran hat kirin, cenazê Yusuf Açay (23) şandin Hatayê navça Kırıkhanê gundê Demirkonakê.

Selman Akarsel jî li ser nûfûsa bajarê Konya navça Cihanbeyli yê ye. Lê cenazê wî şandin ku derê, nehat ragihandin.

Parve bike: