Êzidiyan li Singalê Cejna Feqîran pîroz kirin
PeyamaKurd - Li navçeya Şingalê û deverên derdora wê, welatiyên Kurdên Êzidî cejna Çilê Havînê ango Cejna Feqîran pîroz kirin.
Di vê cejnê de, ku taybet e bi Feqîrên Kurdên Êzidî, di destpêkê de serdana goristanan tê kirin, piştî derbaskirina nêzîkî 2 saetan, Kurdên Êzidî serdana goristanên xwe yên pîroz dikin.
Ji sedî bîst û pêncê Êzidiyên Şingalê, ji taxa Feqîran pêk tê. Micêwirê Mezargeha Şerfedîn, Şêx Ismaîl ji çapemeniyê re axivî û kêfxweşiya xwe bi lidarxistina cejnê di rewşek aram û seqamgîr de anî ziman.
Şêx Ismaîl herwiha hêvî kir, ku ev cejn bibin destpêka pêkvejiyan û tifaqa tevahiya aliyan, da ku xêr û xweşî bi ser tevahiya deverê de bihê.
Di salê de 7 cejnên Kurdên Êzidî hene, lê ev cara yekê ye ji Tebaxa sala 2014 an ve ku cejna Çilê Havînê bi vî awayê berfireh tê pîrozkirin.