Kurdistan
Fahrettin Koca û Abdulhamit Gül çûn Dîlokê
PeyamaKurd – Li ser teqîna ji ber tesisata oksîjenê ya li nexweşxaneyekî taybet ya Dîlokê, wezîrê tenduristiyê Fahrettin Koca û wezîrê Dadê Abduhamit Gül çûn bajarê Dîlokê. Di nexweşxanê de ber destê siba îro bi sedema teqîna oksîjenê 8 kes jiyana xwe ji dest dabûn û niha jimare derket 9 kesan.
Her dû wezîr li balafirgehê ji aliyê heyeta protokole de hatin pêşwazîkirin û bi hevre çûn nexweşxana SANKO yê taybet ya Sani Konukoğlu. Her dû wezîr ji rêvebiran agahiyan sitendin û niha lêgerîna wan di nexweşxanê de dewam dike.