TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fazil Mîranî bû berpirsê rêvebiriya polîtburoya PDK ê

Admin M
Nivîskar
📅 27 mijdar 2022 05:53

PeyamaKurd – Fazil Mîranî di civîna polîtburoya PDK ê de ji bo berpirsiyariya rêvebiriya polîtburoyê hat hilbijartin. Li gor ragihandina K24 ê; îro serokwezîr Mesrûr Barzanî ku di heman demê de cîgirê serokê PDK ê ye û 5 rêvebirên partiyê li Pîrmamê civînekî kirin.

Di civînê de Fazil Mîranî bû berpirsê rêvebirê partiyê. Di dewra berê de jî Mîranî sekreteriya Polîtburoyê dimeşand. Kongra PDK ê di 3-6 ê mijdarê de hatibû lidarxistin. Endamên polîtburoya partiyê ji aliyê endamên navendî yên partiyê de hatin hilbijartin.

Parve bike: