Fermandarê HSDê: Barzaniyê Nemir pêsengê soresa kurdî bû
PeyamaKurd - Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî piştî têkbirina rêxistina terorê ya DAIŞê ji televizyona El Hurre ya amerîkî re axivî. Kobanî got ”Barzaniyê Nemir pêşengê şoreşa kurdî bû.”
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di destpêka hevpeyvîna xwe ya bi el Hurreyê re hevpeymaniya navdewletî rexne kir, “hevpeymaniyê di dema xwe de Mele Mistefa Barzanî bi tenê hişt. Em wisa texmîn dikin ku hevpeymaniya navnetewî rojekê dê ji rojhilatê Kurdistanê jî hêzên xwe vekişîne.”
Mezlûm Kobanî di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku Mele Mistefa Barzanîyê nemir serokê şoreşa kurdan bû.
Di beşeke wê hevpeyvînê de Fermandarê HSDê Kobanî derbarê nemir Mele Mistefa Barzanî de got, “Mele Mistefa Barzanî ew kes e ku cara ewil pirsa kurdî di asta cîhanî de vegot. Barzaniyê Nemir pêşengê şorişa kurdî bû.”
‘IRAQ LI HEMBERÎ MELE MISTEFA NE DIRÛST BÛ’
Fermandar Kobanî, derbarê rêkeftina 11ê adara 1974an a di navbera Mele Mistefa Barzanî û Bexdayê de jî ev tişt gotin, “hikûmeta Îraqê ya wê demê li hemberî Mele Mistefa Barzanî ne dirûst bû lê Mele Mistefa pêgirî wê rêkeftinê ma. Têkoşîna niştimanî ya kurdan ku pêşengiya wê Mele Mistefa dikir, ji bo kurdan destkeftiyên dîrokî bi dest xistin.”