Fermandarê HSDê: Dîyaloga me bi Tirkiyê re heye, em ê xwestekên wan bidin ber çavan
PeyamaKurd - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di komxebata êl û eşîrên ereb ên herêmê de diyar kir, ne ji hevkariya eşîr û pêkhateyan bûya serkeftinên dijî tereroê nedihatin bidestxistin.
Ebdî diyar kir ku HSD hêza tekane ye ku dûrî netewperestî û olperestiyê ye û paşeroja Sûriyê temsîl dike.
‘BI AWAYEKÎ NE YEKSER DI NAV ME Û TIRKIYÊ DE DANÛSTANDIN HENE’
Mazlûm Ebdî herwiha da xuyakirin, bi rêyeke ne yekser û navbeynkaran danûstandinan bi Tirkiyê re dikin û wiha axivî:
“Em amade ne pirsgirêkan bi aştiyane û mercan çareser bikin. Em dikarin xwestekên Tirkiyê yên derbarê sînor de jî ber çava re derbas bikin."
'MAYÎNA HÊZÊN NAVNETEWÎ JI BO PARASTINA GEL REWA YE'
Fermandarê HSDê îşaret bi rola hêzên navnetewî jî di têkbirîna DAIŞê de kir û got: “Hebûna hêzên Koalîsyonê li herêmên me û hêzên Rûsya li herêmên din xwedî rolekî pozîtif bûn. Hîna jî hebûna van hêzan pêwîst dike. Ji ber ku hîna Efrîn, Idlib, Cerablûs û Bab dagirkirîne û hîna DAIŞ’ di herêmê de heye. Mayîna van hêzên ji bo parastina gel rewa ye.”
'ÇARESERÎ PEJiRANDINA TAYBETMENDIYÊN HSDÊ Û ROLA WÊ PÊKAN E'
Ebdî destnîşan kir, “Hêzên me bi yekîtiya xaka Sûriyê û diyaloga Sûrî-Sûrî bawer dike û ji bo vê yekê jî têdikoşe. Lê belê em dibêjin bi ti awayî venagerin berî sala 2011an. Beyî itîrafa destûrî bi mafê gelê Kurd û itîrafa bi rêveberiya xweser ku xizmeta hemû pêkhateyan dike Sûriyeke demokratîk ava nabe. Xwe gihandina çareseriyê di pêkanîna pejrandina taybetmendiya hêzên QSD’ê û rola wê di parastinê de di paşerojê de pêkane.”
Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de bang li serokeşîr û rûspiyên herêmê kir ku di milê manewî de piştgiriya HSDê bikin.