TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fewzî Etrûsî koça dawî kir

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2019 20:51

PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê rewşendibiyê yê Iraqê Feyzî Etrûşî bi sedema nexweşîna xwe vê sibê koça dawî kir. Esas navê wî Fewzî Ezîz Mîrza ye û li nahiya Etrûşê ya bi ser bajarê Dihokê de, di sala 1953an de hatiye dinyayê.

Etrûşî li Bexdayê beşa hûqûqê xwendiye û li Bûlgaristanê li zanko ya Sofyayê huqûqa navdewletî xwendiye. Di navbera salên 1986-2001an de berpirsiyarê Awrûpa yê PDK ê bû. Paşî bo çapemeniya partiyê berpirsiyariya derveyê welat kir. Bo demekê, bo rojnameya Xebatê berpirsiyariya Londrayê kiribû.

Etrûşî bi 6 zimanan zanibû ku ew jî Erebî, Kurdî, Îngîlîzî, Almankî, Îspanyolî û Bîlgarî ne.

Parve bike: