TR KU SO
FB X
Kurdistan

Filîpîn dixwaze sûdê ji ezmûna Kurdistanê werbigire

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2021 19:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Filipînê yê li Iraqê Generoso Calonge kir.

Piştî civînê hat ragihandin, d hevdîtinê de guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bi Fîlîpînê re û rûbirûbûna gefên DAIŞê û terorê bi giştî hatin kirin.

Balyozê Fîlîpînê ji bilî pesndayîna qehremaniya Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de, diyar kir, welatê wî dixwaze sûdê ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna hizra tundrewî û terorê de werbigire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya nehîştina sedemên derketina terorê kir daku rê li ber berfirehbûna teror û tundrewiyê were girtin.

Parve bike: