TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fûad Masûm li Hewlêrê ye

📅 04 nîsan 2018 23:25

PeyamaKurd - Serokkomar Iraqê Fûad Masûm ji Bexdayê çû bajarê Hêwlêrê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û serkirdeyê PDKê Hoşyar Zêbarî pêşwazî lê kirin.

Herwiha tevî Mehsûm, şandeke pilebilind a iraqî ku ji çendîn parlamenter, berpirsên hikûmeta Iraqê û rayedar û nûnerên partiyên siyasî yên iraqî pêk tê, û Cîgirê Serokomar Eyad Ellawî û siyasetvanê navdarê şîe yê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî di nav de ne, serdana Hewlêrê kirine.

Madûm û şanda pê re beşdarî şîna Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî dibin.

Her îro danê sibê Şêwirmendê Serokomarê Iraqê, Ebdullah Eliyaweyî derbarê serdana Fuad Mehûsm a bo Hewlêrê de ji Rûdawê re ragihand, şandeke pilebilind a Iraqê bi serokatiya Fuad Mehsûm û her du cîgirên wî Eyad Ellawî û Usame Nûcêyfî tevî çend parlamenter û kesatiyên siyasî yên iraqî serdana Herêma Krudistanê dikin.

Birayê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Barzanî pêr roja Duşemiyê 2ê Nîsanê, di temenê 52 saliyê de li bajarê Hewlêrê bi celteya dil koça dawî kir û îro duyemîn roja taziyeya wî ye.

Parve bike: