Kurdistan
Gülten Kisanak û Sebahat Tuncel wê di zîndanê de bimînin
PeyamaKurd- Şaredara berê ya Diyarbekirê Gülten Kışanak û hevseroka DBPê Sebahat Tuncel li dadgeha 5 emîn ya bajarê Meletiyê hatin darizandin û dadgeh biryara dewama mayîna wan di zîndanê de da.
Di darizandina celse ya 11 emîn de, bi tevahî bo Kışanakê 240 sal û bo Tuncelê 145 sal ceza tê xwestin. Tevî daxwaza parêzerê girtiyan bo azadkirina wan, dadgeh daxwazê qebûl nekir û darizandinê hiştin bo 1 ê sibata sala 2019an.