TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gundekî Semsûrê ji ber Koronayê hat karantînakirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 adar 2021 20:31

PeyamaKurd – Gundê Dolê yê ser bi bajarokê Bêhiştî ku bi Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve ye, ji ber zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê dikevin, karantîna kirin.

Saziya Tendirustî ya Bajarokê Bêhiştî, di çarçoveya tedbîrên vîrûsa Koronayê de û bi armanca rêgirtin li zêdetir belavbûna Koronayê, biryar da, heta 10 rojan gundê Dolê bê karantînakirin ku 582 kes lê dijîn.

Qeymeqamiya Bêhiştî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Ji  ber zêdebûna hejmara pêketiyan, li gundê Dolê ser bi qezaya me û kontrolkirina bahorê gundê me hatiye karantînakirin û ketin û derketin ji 12.03.2021ê heta 10 roja hatiye qedexekirin.”

Cendirmeyan jî rêyên ketin û derketina ji gund girtine û nahêlin kes çûn û hatina gund bike.

Parve bike: