TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê 105 mal ji ber Koronayê hatin kerentînekirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 îlon 2021 14:40

PeyamaKurd – Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, 105 mal ji ber Koronayê hatin kerentînekirin.

Parêzgariya Semsûrê diyar kir, piştî li navenda bajêr encama testa hinek welatiyan pozîtîv derketiye, Lijneya Tendirustiyê biryarên nû standine.

Lijneya Tenduristiyê di derbarê 105 malên ku testa hinek welatiyan pozîtîv derketibûn, biryara kerentîneyê da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, herî dawî do 21 hezar û 352 kes bi Koronayê ketin û 243 kesan jî can dan.

Parve bike: