TR KU SO
FB X
Cîhan

Mutahîdên avahiyên ruxiyayî yên Semsûrê dema xwestin birevin hatin desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 sibat 2023 19:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du mutahîdên xaniyên di erdhejê de ruxiyayî yên bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê dema xwestin, ji ser Stenbolê birevin derveyî welat hatin desteserkirin.

Mutahîdên avahiyan ên bi navên Yavuz Karakuş û Sevilay Karakuş, li balafirgeha Stenbolê dema dixwestin birevin Gurcistanê di kontrolên nasnameyan de, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku bi herdu mutahîdan re 16 hezar dolar zêdetir pere jî hebû û berpirsiya wan di gelek avahiyên hilweşiyayî yên erdhejê de heye.

Parve bike: