TR KU SO
FB X
Kurdistan

Harîrî: Wê mafê Kurda yê millî di makezagona Sûriyê de bê çareserkirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 sibat 2019 03:26

PeyamaKurd- Serokê Komîta Bilind ya Muzakereyan ya Muxalefeta Sûriyê Nasir Herîrî bi awayeka fermî li Hewlêrê hevdîtinên xwe dike, piştî seredana parlementoya Kurdistanê bo medya Kurdî ragihand ku PYD şaxekî PKKê ye û PYD li Sûriyê temsîla xelkê Kurd nake. Harîrî bo tora medya Rûdawê weha got:

“Kurd yek ji pêkhateyên Sûriyê ne. Bo mafê xwe yê millî bidest bixin, pirsgirêka Kurd weka babetekî, wê di makezagona Sûriyê de bê çareserkirin.”

Herîrî ragihand ku ENKS di nav muxalefeta Suriyê de cîh digre û weha dewam kir:

“Weka her saziyên muxalefetê ENKS jî di nav heyeta muxalefeta me de cîh digre. Konseya Kurd ya Netewî ENKS jî bo avakirina aştiyê hevkarekî me yê herî girîng e. Di nava saziyên şoreş û muxalefetê de ciyê xwe girtiye. Îro di muzakereyan de roleka wê ya girîng heye. Em jî pirsgirêkên giştî yên Sûriyê û yên birayên xwe yên Kurd muzakere dikin.”

Di mijara têkiliyên bi herêma Kurdistanê de Herîrî weha dewam kir:

“Têkiliyên me yên bi Herêma Kurdistanê re kevnin û bê qut bibin wê dewam bikin. Bi vê sedemê seredana me dereng nema û seredana me ya do baş bû. Me bi serok Barzanî re civîneka dirêj kir. Ez sipasiya Hukumeta Kurdistanê dikim bo koçberan qebûl kiriye û xwedî li hestên xelkê Sûriyê derketiye.”

Parve bike: