TR KU SO
FB X
Kurdistan

HDP: Em vê biryarê bi tu awayî nas nakin

Admin L
Nivîskar
📅 07 rêbendan 2023 20:57

PeyamaKurd Hevseroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuray Ozdogan, têkildarî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo astengkirina hesabên ku alîkariya Xezîneyê wergirtine, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Ozdogan, bal kişand ser biryara astengkirina Dadgeha Destûra Bingehîn û got, “Em vê biryarê nas nakin. Em ê îtîrazên xwe pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn bikin."

Nuray Özdogan ev daxuyanî da:

“Dozgerî dema ku daxwaznameyê diqedîne, di derbarê çima divê midaxaleyî alîkariya xezîneyê bê kirin wiha dibêje; 'Eşkere ye ku mesrefên civînên partiyan wê ji xezîneyê were girtin'. Yanî; Ger alîkariya dewletê bê dayîn HDP dê ji bo civînên partiyan û xebatên siyasî xerc bike. Ger hûn pêşiya vê yekê negirin ev partî wê xebatên xwe yên siyasî bidomîne û wê civînên xwe berdewam bike. Ev partî wê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne.

Lê divê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bizanibe ku; Alîkariya xezîneyê pereyê gel e, pereyê ku ji bêrîka milyonan dengê xwe dane HDPê derdikeve. Ew pereyê ku ne dewlet û ne jî dozgerî wê desteser bike. Vê desthilatê ji xwe dizî kiriye adet. Desteserkirina alîkariyên xezîneyê yên ku bi bacên xelkê ji bêrîka xelkê derdiketin û pereyên ku divê ji bo meşandina xebatên siyasî yên gelan bên xerckirin, rêbazeke din a xerckirinê ye, rêbazeke din a diziyê ye.

"Em vê biryarê bi tu awayî nas nakin"

Ozdogan got, "Em bi tu awayî vê biryarê nas nakin" û wiha dewam kir: "Em qebûl nakin ku hemû pêvajo ev qas derqanûnî be. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê û hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst ên li dijî HDPê, ji bo deriyê pêşerojeke geş di hilbijartinên pêş de yên Tirkiyeyê de bi hev re rawestin. Ger dîsa rêya avakirina dewleta hiqûqê ya demokratîk vebe, ev yek wê bi siyaseta HDPê pêk were. Em vê biryarê nas nakin. Em ê îtîrazên xwe pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn bikin."

Parve bike: