TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hejmara girtiyên li girtîgehên Herêma Kurdistanê hat eskere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2021 18:15

PeyamaKurd - Berpirsê giştî yê girtîgehên Herêrma Kurdistanê Arî Ehmed li ser rewşa girtîgehên Herêma Kurdistanê û hejmara girtiyan civîneke rojnamevanî li dar xist.

Di civîna ku li avahiya rêveberiya giştî ya girtiyan li Hewlêrê bi beşdariya pisporên civakî hat lidarxistin de, berpirsê giştî yê girtîxaneyan Arî Ehmed, eşkere kir ku li girtîgehên Herêma Kurdistanê 5 hezar girtî hene, lê pêwîstî bi girtîxaneyên nû heye ku heta niha ji ber kirîza darayî ev arîşe nehatibû çareserkirin lê niha hêdî hêdî ev arîşe jî dê were çareserkirin.

Arî Ehmed herwiha da zanîn, ji ber girtîxaneya navendî ya Hewlêrê şewitîbû, girtî jê hatibûn derxistin û bo cihekî din hatibûn veguhestin, lê niha girtîxane tê nûjenkirin û piştî ku xilas bû girtî dîsa dê bên vegerandin.

Arî Ehmed derbarê rewşa girtîyan û yasayan de agahî dan û diyar kir ku ew dixwazin qanûnên girtî û girtîxaneyan bên hemwarkirin.

Parve bike: