Hejmara koçberên li Herêma Kurdistanê hate eşkere kirin
PeyamaKurd - Navenda Hevahengî û Krîzan a Herêma Kurdistanê ragihand ku niha zêdetirî 854 hezar koçber û aware li Herêma Kurdistanê dimînin.
Hate diyarkirin ku hikûmeta federal a Bexdayê erka alîkarîya wan koçberan bi salan e piştguh kiriye.
Rêveberê Data û Agahiyan di Navenda Hevahengî û Krîzan de Elî Seîd, amarên dawî yên koçber û awereyan eşkere kirin.
Elî Seîd diyar kir, hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê koçber bûne gihîştiye 854 hezar kesan.
Seîd eşkere kir, 285 hezar kes wek "koçber" ji perçên din ên Kurdistanê û welatên cîran hatine tomarkirin, 571 hezar kes jî wek "awareyên navxweyî yên Iraqê" ne ku ji ber nearamiya herêmên xwe berê xwe dane Kurdistanê.
Elî Seîd rexne li Hikûmeta Federal a Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan girt û destnîşan kir, Bexdayê bi ti awayî alîkariya van koçber û awareyan nekiriye.
Seîd got: "Tevahiya barê xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyan li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi hevkariya Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) birêve diçe."