TR KU SO
FB X
Kurdistan

Iraqê hejmara koçberên li Kampên Herêma Kurdistanê eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2025 11:24

PeyamaKurd - Wezareta Koç û Koçberên Iraqê eşkere kir ku zêdetirî 18 hezar malbat di kamp û stargehên Herêma Kurdistanê de mane û venegeriyane. Wezaretê diyar kir ku piraniya wan jî xelkê navçeyên Şingalê ne.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan Elî Cîhangîr got: “18 hezar malbatên koçber li Herêma Kurdistanê di 16 stargehan de li Duhok û 5  stargehên Hewlêrê de dijîn.”

Cîhangîr da zanîn: “25 hezar malbat li navçeya Şingalê vegeriyane, lê yên mane heta niha Iraqê nekariye mal û halên wan ji bo wan dabîn bike û vegerîne.”

Parve bike: