Kurdistan
Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê ji 50yî borî
PeyamaKud - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir ku li gorî zanyariyên dawî hejmara kuştiyên teqînê ji 50yî derbas kiriye ango bûye 51 kes û 141 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê wê rêxistinê, di encama wê teqînê de heta niha 51 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 140 kesî jî birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in û di nava wan de jin û zarok hene.
Ji ber bihêzbûna teqînê û vêketina agir, piraniya terman şewitîbûn û bûbûn rejî û nayên naskirin, ku hejmarek malbatên Efrînî dibêjin ku kurên wan ji dema teqînê de winda ne û nikarin termên kurên xwe nas bikin.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha tu aliyekî berpirsyariya wê teqîne negirtiye ser xwe.