Heleb: Li taxa Kurdan avahiyeke 5 qatî hilwesiya: Herî kêm 30 asê mane
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyeyê, avahiyeke 5 qatî hilweşiya ku bi dehan kes di bin avahiyê de asê mane.
Li gorî çavkaniyên ji taxa Şex Meqsûd a Kurd lê dijîn, îro beyaniyê li kolana Şêx Marûf a Şêx Meqsûd avahiyeke 5 qatî ku 7 malbat tê de bûn, bi ser wan de hilweşiya û niha tîmên hawarhatinê, hêzên asayişê û hejmarek ambulans li cihê bûyerê kom bûne û hewla rizgarkirina xelkê asêmayî didin.
Li gorî zanyariyan nêzîkî 30 kes di bin avahiya hilweşyayî de asê mane û dema nûçe dihat amadekirin zarokeke 15 salî hatibû rizgarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxên Kurdan têne nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet xelkê Efrînê lê dijîn û ji aliyê YPG/HSD û Rêveberiya Xweser ve tê kontrolkirin.