Kurdistan
Hesinê cax a sîteyê di girmila wî de derket
PeyamaKurd- Zarokê bi navê Muhammed Emir Turan ê 13 salî li bajarê Batmanê dema xwest xwe di ser dîwarê sîteya mala xwe de bavêje nav hewşê, hesinê cax a ser dîwar, di bin çengê wî de çû û di girmila wî de derket. Kesên li der û dor dema halê zarokê dîtin, telefon dan tîmên tenduristiyê yên 112an. Li ser hatina îtfaiyê jî hesinê ku di girmila zarokê de çûbû, ji caxên dîwar veqetandin û bi hesin ve birin nexweşxan a herêmê ya dewletê.
Doktorên nexweşxanê bi operasyonekî hesin ji girmila zarokê derxistin. Hatiye ragihandin ku halê tenduristiya birîndar baş e.