‘Heta deh rojan serokê Herêma Kurdistanê sond dixwe’
PeyamaKurd - Endamê parlamentoya Kurdistanê ji PDKê Sebah Zêbarî ragihand ku di nava vê hefteyê de projeyasaya serokê herêmê tê sererast kirin û hefteya bê jî divê serokê herêma Kurdistanê sonda yasayî bixwe.
Sebah Zêbarî daye xuyakirin, ‘’Her demeke wek ku YNKê namzedê fermî bo payeya serokê parlamentoyê pêşkeş kir, wê demê em jî di rûniştinekê de wî erkî radestî biraderên YNKê bikin. Lê divê YNK li ser namzed kirina Rêwaz Fayeq û Bêgerd Talabanî xwe zelal bikin û em jî kîjan nav bibe namzed dê bipejirînin.’’
Zêbarî got: ‘’Hefteya bê dengdana li ser projeya sererastkirina yasaya serokatiya herêma Kurdistanê û rêyên yasayî jî hefteyekê dixwaze û piştî du rojan jî nav tên eşkere kirin. Sê roj jî mafê li ber rabûnê heye û bendewarî tê kirin ku 10 rojên din serokê herêma Kurdistanê li parlamentoyê sonda yasayî bixwe.’’