Hevpeymaniya Navdewletî: Hêzên Pêsmerge hevpeymanekî sereke ye
PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê diyar kir, hêzên Pêşmerge hevpeymanekî sereke ye ji bo parastina asayîş û aramiya navçeyê.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser Twitterê destnîşan kir: “Hêzên Pêşmerge hevpeymana sereke ya erkê me yê hevbeş e û girîng e ku Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya wan hewldanan bike ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîriya herêmî û desteberkirina nevegera DAIŞê.”
Wayne Marotto herwiha da zanîn: “Em dimînin û rijd in li ser wê yekê ku weke hevbeşek ji bo pêkanîna armancan bixebitin, ku têkbirina yekcarî ya DAIŞê ye.”
Marotto destnîşan kir ku şêwirmendên wan mil bi mil bi hêzên Pêşmerge dixebitin û li hemû deverên Herêma Kurdistanê hemahegiya wan ligel hev heye. <
>Our #Peshmerga partners are a key ally of our combined mission & it is important for the @Coalition to support their efforts to maintain regional peace & stability & ensure Daesh never resurges. We remain resolute as partners to achieve the enduring #DefeatDaesh.
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) September 1, 2021