Kurdistan
Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din pêskêsî hêzên Pêsmergeyên Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, îro li Hewlêrê karwaneke din a otomobîlên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, 256 otomobîlên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir ku beşek ji wan yên şer in û beşek jî bo veguhestina serbazan tên bikaranîn.
Ev sêyemîn karwana otomobîlên serbazî ye ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve pêşkêşî hêzên Pêşmerge tê kirin.