TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewlêr: Îranê cardin êrîşê kampa Hizba Demokrat kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2026 18:10

PeyamaKurd - Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) ragihand ku êrîşeke nû ya Îranê li ser baregehên wan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de HDK-Îyê diyar kir ku îro danê nîvro carek din Îranê bi dronan êrîşî ser baregeha hêzên wan ên li Dola Balîsan ya li sînorê navçeya Şeqlawa ya bajarê Hewlêrê kiriye.

Hate eşkere kirin ku heta niha bi 143 drone û moşekan êrîşî ser baregeh û navendên hêzên wan ên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Parve bike: