TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewramî: 12 meh in Iraqê dînarek jî heqê Kurdistanê nesandiye

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2021 21:54

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku heta niha hikûmeta federalî ya Iraqê ji heqên darayî yên Herêmê dînarek jî neşandiye.

Hêmin Hewramî di civîneke rojnamevanî de got: “Hikûmeta Iraqê pabendî cîbicîkirina yasaya budceyê nebûye.”

Hewramî eşkere kir; ev 12emîn meh e ku hikûmeta Iraqê heqên darayî yên Herêmê neşandiye.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku dahatên petrol û deriyên sînorî, pêwîstiya wan bi cîbicîkirina baştir a yasaya reformê heye û divê reform tê de werin kirin.

Hêmin Hewramî herwiha da xuyakirin ku hefteya bê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê ji bo lipeyçûna pirsa cîbicîkirina yasaya budceyê.

Parve bike: