TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hewramî bang li aliyan kir: Werin Parlamentoyê çalak bikin

Admin H
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2026 17:30

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî bi Konsulê Giştî yê Japonê û Şêwirmenda Siyasî ya Hêzên Almanyayê re civiya. Di her du civînan de mijara sereke rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û çalakkirina Parlamentoyê bû.

Hewramî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand, wî bi Konsulê Giştî yê Japonê Hitoshi Ishizuka û şandeya pê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtineke din de jî, Hewramî pêşwazî li Şêwirmenda Siyasî ya Hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê Louise kir.

Hêmin Hewramî bal kişand ser ku tevî di ser hilbijartinên parlamentoyê re 20 meh derbas bûne, PDKê bi rêya civînên dualî û piralî, peyam, daxuyaniyan û avakirina komîteyan hewl daye ku lihevkirinek pêk bê da ku parlamento erkên xwe yên destûrî û qanûnî bicih bîne.

Hewramî da zanîn ku niha ti hincetên siyasî, qanûnî û neteweyî ji bo neçalakbûna parlamentoyê nemane û got: "Hemû aliyên siyasî yên ku nûnerên wan di parlamentoyê de hene, li pêşberî berpirsiyariyeke dîrokî ne ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê."

Hewramî herwiha amadehiya PDKê ji bo rûniştinên parlamentoyê nîşan da û peyamek pêşkeşî aliyên din kir û got: "Heger aliyekî din li gorî her lihevkirinekê xwe wekî xwediyê piranî yan jî wekî hevbeşê kursiyên PDKê dibîne, bila were nava parlamentoyeke çalak û em li wir guftûgoyên xwe berdewam bikin."

Di dawiyê de Hewramî hişyarî da ku her cure xwedûrxistin ji vê pêvajoyê, tê wateya piştgukirina dengê dengderan û "rehîngirtina" Parlamentoya Kurdistanê.

Parve bike: