Kurdistan
Heyeta hunermendên Hewlêr rê seredana Gabarî kirin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina Rûdawê îro heyetekî ji hunermendên Hewlêrê seredana Seîd Gabarî kirine. Seîd Gabarî hêj di nexweşxanê de ye û rast nîne ku koça dawî kiriye. Pismamê wî Îbrahîm Gabarî jî ragihandiye ku seretana pişikê li bedena wî belav bûye û hewl didin ku wî bişînin Almanya. Halê tenduristiya wî jî xerab e.
Îro li gelek torên medyayî hat belavkirin ku Gabarî jiyana xwe ji dest daye lê ev rast nîne.