Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîsên li Qamislo û Kobanî daxuyaniyek belav kirin
PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li ser êrîşên li Qamişlo û Kobanî daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê: “Di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk de, ji navenda têkiliyan a bajarê Qamişloyê, du welatî birîndar bûn.”
Herwiha hat ragihandin: “Balafireke bêmirov li Kobanî erebeyek hedef girt û di encamê de ajokar birîndar bûn”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Dewleta Tirk, êrişên li dijî herêmên me zêde dike. Ew yek jî bi armanca derbekirina istîqrar û belavkirina aloziyê û neçarkirina welatiyên ku ji herêmên xwe koçber bibin.”
Herî dawî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bang li hêzên navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hember van êrîşan rabin.