Kurdistan
Hêzên rejîma Îranê du bira û xwiskek li bajarê Sine girtin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê du bira û xwişkek li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê revandin.
Li gor navenda mafên mirova ya Hengawê belav kir, roja Pêncşema hefteya derbasbûyî, hêzên rejîma Îranê, li bajarê Sineyê du bira û xwişkek revandine.
Herwiha Hengawê eşkere kir, rixmî hewldanan heta niha nayê zanîn ku ev her sê endamên malbetekê li ku derê ne û çarenivîsa wan çi ye?
Hat ragihandin ku navên wan revandiyên Kurd Rada, Wiriya û Ramîn Fetihi ye.
Herî dawî Hengawê destnîşan kir, di nava meha derbasbûyî de ku li Îranê xwepêşandan hene, herî kêm 500 welatiyên Kurd tenê li Sineyê hatine girtin.