TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên Tirkiyê li parêzgeha Wanê dest bi operasyoneke nû kirin

Admin L
Nivîskar
📅 24 tebax 2022 16:58

PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyona bi navê “Abluka-35 (Dorpêç)” kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Çarşemê 24 Tebaxa 2022yan bi daxuyaniyekê eşkere kir, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Abluka-35 (Dorpêç)” operasyoneke nû bi hinceta gerîlayên PKKê hatiye destpêkirin.

Herwiha di berdewamiyê de destnîşan kir, hêzên taybet ên cendirme, polîs û komando jî di nav de 622 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirin ku ji çend tîman pêk tên.

Parve bike: