HEZKURD: Em ê heta 7ê Sibatê ji bo dersa Kurdî bê hilbijartin li qadan bin
PeyamaKurd – Helmeta ku ji bo hilbijartina dersên Kurdî li dibistanên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin berdewam dike.
Beriya niha Wezareta Perwerdeya Tirkiyê (MEB) ji bo hemû dersên bijarte heta 21ê Çileyê dem diyar kiribû, lê belê MEBê îro ragihand ku proseya hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin ku ev daxwaz ji aliyê sazî û dezgehên kampanyaya dersa bijarte ya Kurdê dabûn destpêkirin jî hatibû kirin.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ku ji xwebexş û dildarên zimanê Kurdê pêk tê piştê vê biryara dirêjkirina demê ragihand ku ew dê heta 7ê Sibatê li qadan bin û hewil bidin malbat dersên kurdî ji bo zarokên xwe yên dibistanên navîn hilbijêrin.
HEZKURDê da xuyakirin ku dê xebata wan a hişyarkirina malbatan ji bo hilbijartina dersên bijarte yên kurmancî/zazakî berdewam be û gelek malbat û xwendaker hê jî hay ji wê derfetê nînin.
? JI BO RAYA GIŞTÎ
— HezKurd (@HezKurd) January 20, 2022
Piştî dirêjkirina proseya wane/dersên hilbijartî, karê me yê li qadan dê... pic.twitter.com/AnTuCQxVFu