Kurdistan
Hikûmeta Awustralyayê pesnê Pêsmergeyên Kurdistanê da
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Awustralyayê nameyeke pîroziyê ji Nûnerê Sîdney ê Herêma Kurdistanê Heval Şîyan re şand û tê de pesnê rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de da.
Di nameya bersiva peyama Herêma Kurdistanê ya pîrozkirina Wezîrê Berevaniya Awustralyayê Richard Marles ku wekî cîgirê serokwezîrê hikûmeta nû hatiye hatiye hilbijartin de, tê gotin: “Her çiqas Avustralya û Iraq ji aliyê cografî ve dûr bin jî, berjewendiyên me yên hevbeş ên bo xebatên têkoşîna dijî terorê hene ku bi wan serbilind in.”
Di nameyê de, behsa rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku roleke wan a giyanî hebûye û ew dê xebatên xwe yên di çarçoveya hevbeşên Hevpeymaniyê de berdewam bikin.