TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê betlaneya saziyên fermî heta 2yê Gulanê dirêj kir

Admin H
Nivîskar
📅 15 nîsan 2020 20:44

PeyamaKurd - Di civîna îro ya Civata Wezîrên Hikumeta Herêma Kurdistanê ku bi vîdyo konferansê hat kirin de, bêhnvedana fermî ya ji bo dam û dezgehên hikûmî heta 2ê Gulanê hat dirêjkiirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15ê Nîsanê bi seroktiya Mesrûr Barzanî civiya û dawî pêşhat û pêngavên dahatî yên rûbirûbûna vîrusa korona û berdewamiya bazirganiyê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, rewşa tenduristî û aborîya Herêma Kurdistanê hate nirxandin û pêşhatên dawî û planên taybet bi rûbirûbûna vîrusa korona hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, ku hemû hewlekê didin daku bargiranîyê li ser xelkê sivil bikin, bi awayekî ku bandorê li ser cîbicîkirina rêkarên xweparêzîyê û rênimayîyên tenduristîyê neke.

Civata Wezîran spasîya xweragirî û pabendbûna hemwelatîyan bi rênimayîyên tenduristî û rêkarên xweparêzîyê kir û biryar jî da pişûya (betlaneya) dezgehên hikumetê heya 2yê Gulanê bê dirêjkirin û rêkarên xweparêzîyê ji vîrusa koronayê jî berdewam bibin.

Parve bike: