TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê bikaranîna sîmkartên bê nasname û bê tomar qedexe kir

Admin L
Nivîskar
📅 02 îlon 2021 13:02

PeyamaKurd –  Bikaranîna sîmkartên bê nasname û bê tomar, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat qedexe kirin.

Di civîna do ya Encumena Wezîran de yek ji mijarên ku hat gotûbêjkirin, sîmkartên bê nasname û bê tomar bû.

Herwiha di civînê de biryar hat dayîn, bikaranîna wan sîmkartan were qedexekirin û daxwaz ji şîrketên mobayl jî hat kirin, pabendî wê yekê bibin.

Li gorî biryara hikûmetê, êdî divê her sîmkart li ser navê xwedanê/a xwe were tomarkirin.

Parve bike: