Kurdistan
Hikûmeta Kurdistanê çûnûhatina 5 welatan rawestand
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê derbarê rawestandina vîzeyên bo 5 welatan biryarek belav kir.
Di nivîsa biryara Wezareta Navxweyî de tê ragihandin ku bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê, rê ji bo 5 welatan ji çûnûhatina Kurdistanê û wan welatan re êdî nayê dayîn.
Hat diyarkirin ku vîzeyên bo welatên Tayland, Koreya Başûr, Japon, Îtalîya û Sîngapurê hatine rawestandin û rê bo hemwelatiyan nayê dayîn ku geşta wan welatan bê kirin.
Herwiha di biryarê de hatiye gotin, her çi kesên piştî dîroka 1/1/2020 serdana welatên Îran, Çîn, Japon, Îtaliya, Sîngapure, Tayland û Koreya Başûr kirîne jî dema vegeriyan Kurdistanê dikeven bin çavdêriya pizîşkî.