TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hikûmeta Kurdistanê rênima û qedexeyên nû ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2026 21:13

PeyamaKurd - Daîreya Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina asayîşa niştimanî û aramiya herêmê, 5 rênimayî û hişyariyên tund pêşkeşî hemû dezgehên ragihandinê yên navxweyî û biyanî kirin.

Di çarçoveya van biryaran de ku li gorî daxuyaniya Encumena Asayîşê ya 13ê Adara 2026an belavkirina her cure zanyarî û nihêniyên leşkerî yên ku xizmeta neyaran dikin, bi her awayî hat qedexekirin.

Bi taybetî wênegirtin û belavkirina dîmenên têkşikandina dronan li asman, nîşandana paşmayên wan û rûmalkirina cihên ku bûne armanca êrîşan wekî binpêkirina ewlehiyê hatin pênasekirin; ji ber ku ev dîmen zanyariyên teknîkî û meydanî yên hestiyar didin dijmin.

Hişyariya cezayên tund û banga berpirsyariyê

Hikûmetê hişyarî da ku eger dezgehek pabendî van rênimayan nebe an jî bi şêweyekî nepîşeyî nûçeyên şer belav bike, dê yekser ji aliyê Dije Terora Kurdistanê ve rûbirûyî lêpirsîn û cezayên yasayî bibe. Ev rêkarên tund dikarin bigihîjin heta betalkirina moleta karkirinê an jî daxistina hertimî ya dezgehê. Di heman demê de, daxwaz ji hemû medyakaran hat kirin ku di vê qonaxa hestiyar de berjewendiyên bilind ên Kurdistanê li ber çavan bigirin û bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin da ku asayîşa herêmê neyê xistin metirsiyê.

Parve bike: