TR KU SO
FB X
Kurdistan

HRWê xwest ku alîkariya tenduristî bo Rojavayê Kurdistanê bê sandin

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2020 20:49

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan - Human Rights Watch (HRW) daxwaz ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir, biryara rawestandina derbaskirina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne.

Rêvebirê Beşê Milmilane û Krîzan di HRW de Gerry Simpson ragihand, bi belavbûna vîrusa Korona li seranserî cîhanê re, divê serkirdeyên cîhanê rê bidin alîkarî û tîmên tenduristiyê bigihînin navçeyên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Simpson da zanîn, du milyon kes li bakurê rojhilatê Sûriyê asê mane û keresteyên pêwîst ji bo rûbirûbûna vîrusa korona li wê navçeyê peyda nabin.

Gerry Simpson daxwaz ji KENY kir, biryara rawestandina derbaskirina alîkariyên mirovî di deriyê Til Koçer re bo Rojavayê Kurdistanê hilweşîne û rê bide ku alîkarî di wê derî re derbas bibin.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyê Til Koçer bi Iraqê re bû, ku di wî derî re alîkarî derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû.

Ji ber vetoya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî, derbaskirina alîkariyên mirovî ji 4 deriyên sînorî hatin daxistin, tenê di 2 deriyan Tirkiyê û deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re alîkarî têne kirin.

Gerry Simpson daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê jî kir, derbaskirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê asteng neke û rê bide ku tîmên tenduristiyê derbasî wê herêmê bibin.

Li gor zanyariyan, heta niha tenê haleteke pêketina bi vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê hatiye ragihand û kesekî jî bi wê vîrusê canê xwe jidest daye.

Parve bike: