TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: 3 çekdar hatin kustin, 2 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2024 12:59

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragihand ku di encama êrîşeke hêzên wan de, li gundên Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê 3 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku HSDê 17 Tîrmehê li gundê Xirbet Şiaîr yê Dirbêsiyê li navçeya Zirganê çalakiyek pêk anîye.

HSDê da xuyakirin ku di encama vê çalakiyê de 3 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

HSDê daye zanîn ku wê di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên bi vî rengî li hember komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam bikin.

Parve bike: