Kurdistan
HSD: Di serê Eyn Îsa de 16 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kustin
PeyamaKurd – HSDê daxuyaniyek da û diyar kir, di şerê Eyn Îsa de, 16 çekdarên girêdayî Tirkiyê û zarokek ji ber topbarana Tirkiyê hatiye kuştin.
Li gor Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, do êrîşî her du gundên Seida û Mielîk yên Eyn Îsayê kirin, wan jî bersiv dan ji ber wê jî şerekî giran derket.
HSDê destnîşan kir, di wî şerî de herî kêm 16 çekdarên Tirkiyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Li gor çavkaniyên ser bi HSDê ve, di encama topbarana Tirkiyê de, zarokekî can daye û 4 sivîlên din jî birîndar bûne.
Eyn Îsa bajarekî gelekî stratejîk e. Heger ew bajar têkeve destê Tirkiyê, wê çaxê rêya navbera deverên Cizîr û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê qut dibe.