TR KU SO
FB X
Kurdistan

HSD: Hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir dest bi êrîsa bejayî kirin

Admin L
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2021 17:58

PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir dest bi êrîşa bejayî kirin û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşemê 22ê Kanûna 2021an eşkere kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê “êrîşa bejayî li ser gundê Um el-Kêf li gundewarê bajarokê Til Temir” li Rojavayê Kurdistanê destpê kirine.

HSD destnîşan dike, hêzên wan rûbirûyî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dibin û bersiva êrîşê didin.

Li gor daxuyaniya HSDê: “Şer û pevçûnên dijwar li çend mihweran li derdora gundê Um el-Kêf berdewam in.”

Parve bike: